Ji YE’yê daxuyaniya HDP’ê 2021-02-24 11:50:24   NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Nûnerê Bilind ê YE’yê Peter Stana, diyar kir ku ji ber zextên li ser HDP’ê bi fikar in û ev tişt got: “Divê Tirkiye, di serî de azadiya rêxistinbûna siyasî pergal demokratîk ewle bike.”    Berdevkê Nûnerê Bilind ê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, Peter Stana, têkildarî zextên li ser HDP’ê daxuyanî da. Stana, da zanîn ku ew ji ber girtinên HDP’iyan, tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê û hewldanên rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê bi fikar in û wiha got: “Divê Tirkiye, ji mafên mirovan re û sereweriya hiqûqê re rêz bigire û di serî de azadiya rêxistinbûna siyasî pergal demokratîk ewle bike.”