Li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê operasyona nelirêtiyê 2021-02-24 11:27:09   RIHA – Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê nelirêtiya li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê  hatibû vekirin de midurek û 3 xebatkarên miduriyetê jî di nav 11 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê nelirêtiya li Miduriyeta Tapo ya navçeya Siwêregê ya Rihayê hatibû vekirin de duh û îro polisan bi ser malan de girt û midurek û 3 xebatkarên miduriyetê jî di nav 11 kesî bi hinceta “bertil û sextekariya di ewreqan de” binçav kirin.    Kesên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polisan a Navçeyê tên girtin.