Kujerên rojnameger Cengîz Altûn bi salane nayên cezakirin 2021-02-24 11:17:09   ÊLIH – Kujerên nûçegîhanê Yenî Ozgur Ulkeyê Cengîz Altûn ku di sala 1992’an de ji aliyê Hîzbullahê ve hatibû qetilkirin hê jî nehatine cezakirin. Dayika Altûn Turkan Altûn, diyar kir ku kurê timik pey nirxên ku jê bawer kiriye çûye û û rojek jî netirsiyaye.   Li bajarên herêmê di salên 1990’î de bi destê dewletê û rêxistinên paramîlîter bi hezaran kuştinên faîlên wan ne diyar pêk hatin. Di van kuştinan de rojnamegerên kurd jî hedef hatin girtin. Yek ji van rojnamegerên ku hedef hat girtin jî Cengîz Altûn bû. Altûn, di 24’ê sibata 1992’an de ji aliyê Hîzbullahê ve hat qetilkirin û li gel ku di ser qetilkirina wî re 29 sal derbas bûne jî kujerên wî nehatine cezakirin. Çeka ku Altûn pê hat kuştin ligel ku li ser Îsmaîl Emsen derket jî Emsen niha berdayî ye.    DEMA XWENDEKARIYÊ DEST BI NÛÇEGÎHANTIYÊ DIKE   Altûn, di 9’ê tîrmeha 1968’an de li navçeya Kercewsê ya Êlihê ji dayîk dibe û di sala 1991’an de dema xwendekariya xwe ji rojnameya Yenî Ozgur Ulkeyê dest bi nûçegîhantiyê dike. Ji ber nûçegîhatiya rojnameya Yenî Ozgur Ulkeyê timik gef lê tên xwarin. Rexmî ku vê derbarê de serî li Dozgeriya Komarê ya Êlihê dide jî tu encam bi dest naxe. Piştî serlêdana xwe ya herî dawîn a di mijdara 1991’an de Altûn, roja 24’ê sibata 1992’an de li ser kolana Mehtapê ya Êlihê hat qetilkirin.   ÇEKÊ DÎTIN LÊ KUJER NEDÎTIN!   Piştî kuştinê salekê çeka ku Altûn pê hatibû kuştin li ser Îsmaîl Emsen derket. Emsen, di îfadeya xwe ya da polisan de diyar kir ku endamê Hîzbullahê ye û ji bo parastinê birayê wî Metîn Emsen çeke dayê. Li gel vê yeke jî Emsen ne ji ber sûcê cînayetê ji ber sûcê “ bi xwe re gerandina çeka bêruxsat” hat girtin. Polisan ne birayê Emsen Metîn Emsen dîtin ne jî têkildarî bûyerê lêpirsîneke bi hurgulî nekirin. Emsen jî piştî demeke kurt hat berdan.    ÊŞA 29 SALAN    Dayika Altûn Turkan Altûn, têkildarî qetilkirina kurê xwe axivî û diyar kir ku 29 sal in êşa wan bi qasî gramekê jî kêm nebûye û wiha got: “Her sibe dema ji xwey radibim dema derketina ji malê ya Cengiz tê hişê min. Timik li pey nirxên ku jê bawer dikir çû. Rojek jî netirsiya. Rojek bi kelecan hat malê û ji me re got, ‘min nûçeyek bibe manşet dîtiye’. Nûçeya wî qirêjbûna çemê Batmanê bû. Zarok di hav herî û gemarê de dihatin şûştin. Di nûçeyê de qala qirêjiya çem û tiştên ji bo paqişkirinê pêwîst dikir. Piştî nûçeya Cengîz çem hat paqijkirin û kesên li taxê sipasiya Cengîz kirin.”     ‘KESÊN RASTIYÊ TEMÛL NEKIRIN WÎ KUŞTIN’   Di berdewamê de dayik Altûn, destnîşan kir ku kurê wê di nav şertên zehmet de rojnamegerî kiriye û kêliyek jî di paş de gav navêtiye û derbarê qetilkirina kurê xwe de ev tişt anîn ziman: “Mirov dihatin revandin û kuştin. Timik agahiyên qetilkirinan dihatin. Revandin, kuştin û îşkencekirina mirovan Cengîz û hevalên wî neditirsandin. Lewre armanca wan a ragihandina rastiyan a ji civakê re hebû. Lê ji aliyê kesên ku rastiyê temûl nedikirin ve hatin qetilkirin. Serê sibehê loqek kir devê xwe û ji mal derket. Piştî çend saetan min qêrîna ciranên me bihîst. Hemûyan digot, ‘rojnamegerê me, Cengîzê me hat kuştin’. Di ser vê kêliyê de 29 sal derbas bûn, hê jî ji hişê min dernakeve. Kurê min ê xweşik qetil kiribûn û di nav xwînê de hiştibûn.”   ‘HEMÛ JI BO MIN CENGIZ IN’   Dayika Altûn ku piştî 29 salan hewl dide bi kinc, sol û wêneyên kurê xwe êşa xwe kêm bike, herî dawî ev tişt got: “Hemû roonamegerên çapameniya azad ji bom in Cengîz in. Ji bo ragihandina rastiyan a ji gel re kurê min her tiştî da ber çavên xwe. Xwedê me hemûyan biparêze.”   MA / Fethî Balaman