Çalakiya piştgiriya Asayişa Êzidxanê di roja 85'an de didome 2021-02-24 10:47:10   NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya ku gele Şengalê bi armanca piştgiriya Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 85’an de berdewam dike.    Welatiyên Şengalê ku li dijî Peymana Şengalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dertên û bi armanca piştgiriya Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane û çalakî li dar dixin. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, di roja 85’an de didome. Şengalî kom bi kom serdana konê dikin û pişgiriyê didin berxwedanê.