Ji ber erêkirina hevserokatiyê endamên AKP’î hatin darizandin 2021-02-24 09:54:38 COLEMÊRG – Endamên Meclisa Şaredariya Colemêrgê yên AKP’î ku ji ber erêkirina hevserokatiyê tên darizandin, îmzeyên xwe yên şil red kirin.  5’emîn danişîna doza ku li Hevşaredarên berê yên Colemêrgê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlek Hatîpoglû û  Nûrûllah Çîftçî û 20 endamên meclisa şaredariyê hatibû vekirin, di 19’ê sibatê de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê hatibû dîtin. Dadgehê, daxwaza demê ya Hevşaredar Hatîpoglû ya ji ber derpkirin û lêgerîna tazî ya dema sewqkirina wê ya ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqerê ya ji bo Girtîgeha Tîpa T a Wanê,  qebûl kir û 6’emîn danişînê taloqî îro kiribû.    3 AKP’Î TÊN DARIZANDIN   Di dozê de hevşaredar Çîtçî bi “zimet” û “qebûlkirina peywira cemaweriyê ya bêusûl” û Hatîpoglû 20 endamên meclisa şaredariyê jî bi “zimmetê” tên sûcdarkirin. Hat hînbûn ku di nav endamên meclisê de endamên AKP’î yên demê H.D. û N.A. û Midurê Nivîsgeha Taybet yê rêveberiya qeyûm a niha Î.O jî hene. Di doznameyê de qebûlkirina hevserokatiyê û dayîna hevserokatiyê ya Çîftçî weke sûc tê nîşandan û tê angaştkirin ku her meh bi mûçeyê ku girtiye bûye sedema xesara cemaweriyê.    BIRYARA XWE ÎNKAR DIKIN   Her sê endamên meclisa şaredariyê yên AKP’î li gel ku qebûl dikin tevlî civîna biryarê bûne û dengê erê dane jî biryara xwe înkar dikin. Balkêş e her sê endaman jî qebûl kirine ku hikmê derbarê wan de piştre bê aşkerakirin.  MA / Gokhan Altay