Bi tena serê xwe daristanek çêkir 2021-02-24 09:02:09 MÊRDÎN - Li Mêrdîn Şeyhmûs Ergînoglû yê 72 salî ku 26 sal in daran diçîne, li zeviyekî 48 donimî bi hezaran dar çandine. Apê Şêxmûs got: "Ev der ne ya min e, ya her kesî ye." Li Savurkapi ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, Şeymhmûs Ergînoglû yê 72 salî 26 sal in daran diçîne. Ergînoglû, heya niha li nav zeviyekî 48 donimî bi hezaran dar çandine û hema bibêje daristanek afirandiye.    Li vê devera navbirî nêzî 14 hezar dar hene. Di nav van daran de darên çamê, darzeytûn, gûz, hejîr û hwd hene.    Ergînoglû ku wekî Apê Şêxmûs an jî Amo Şêxmûs tê naskirin, bi eslê xwe ji Hezoya Êlihê ye, lê belê pir zû de koçî Mêrdînê kiriye. Ergînoglû, piştî 25 salan ajovaniya qamyonê dike, di sala 1995'an de teqawid dibe. Piştî teqawid dibe, ewilî ji bo avê peyda bike li gelek deveran bîr kolandine. Ava kaniyên li Mêrdînê hema bibêje gelek jê ji bi saya wî diherikin.    Paşê bi alîkariya Midûrê Daristanê yê Bajêr li Taxa Savûrkapiyê zeviyekî 48 donimî dike daristan. Ergînoglû, darên çamê ji Midûriyeta Daristanê peyda kirine û darên din jî bi derfetên xwe peyda kirine û ji avdaniya daran bigire heta bi dermanên wan her tiştî bi derfetên xwe dike.    'PERE LI CÎHANÊ DIMÎNE'    Ergînoglû, diyar kir ku vî karî bi dilxwazî dike û heya niha li gelek deveran li dor 20 hezar darî çandine. Ergînoglû anî ziman ku li devera ku niha hema bibêje daristanek çêkiriye, 11 sal in daran diçîne û got: "Ev der, berê sergo bû. 26 sal in vî karî dikim. Pere li cîhanêd imîne. Lê ji bo cîhana din, xêr ji bo me lazim in. Ev der fanî ye. Dixwazî bira mirov 100 salî bijîn. Şikir ji Xwedê re siheta min baş e. Dikarim bixebitim. 72 salî me. Betilandin çi ye, nizanim."    Ergînoglû, bilêv kir ku şaredariyê û walîtiyê karê bi qadro daye ber wî, lê belê qebûl nekiriye. Ergînoglû, diyar kir ku çandina daran û derxistina avê karê wî ye û heya sax be ê vî karî bike. Ergînoglû, anî ziman ku heya saet 2'yê şevê daran av dide û di nav rojê de jî bi kar û barên din ên daran re eleqedar dibe.    ‘NE YA MIN E, A HER KESÎ YE'    Ergînoglû, anî ziman ku fêkiyên van daran jî li xelkê belav dike û bi şertê ku zirar negihê daran her kes dikare were vê derê û got: "Hin kes hene serê sibehê selikên xwe tînin û fêkiyan jê dikin. Dixwazim her kes bê vê derê. Ev der ne ya min e, ya her kesî ye."    Ergînoglû, bal kişand ser girîngiya daran û destnîşan kir ku di sala 2018'an de di dema çêkirina Baxçeyê Gel ê Kamorê de bi sedan dar hatine birîn.    MA / Ahmet Kanbal