Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin 2021-02-23 17:02:03 ÎZMÎR - Danişîna doza rojnameger Rûken Demîr  taloq bû.  Danişîna doza nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê hat dîtin. Dozger bi hinceta bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re hevdîtin kiriye bi angaşta “Endamtiya rêxistinê" doz li Rûken vekiribû. Demîr di 26'ê Mijdara 2019'an de hatibû girtin û di danişîna ewil a 6'ê adarê de hatibû berdan. Di danişînê de parêzerê Demîr Zafer Încîn amade bû.   Piştî tespîta nasnameyê danişîn dest pê kir. Şandeya dadgeha biryara hatina raporên harddisk û materyalên ku di danişîna derbasbûyî de hatibûn xwestin da û danişîn taloqî 8’ê hezîranê kir.   Şandeya dadgehê, ji bergiriyên kontrola edlî îmze rakir û biryara berdewama qedexeya derveyî welat da. Ji materyalên dîjîtal ên îmaja wan hatin wergirtin teslîmî Demîr hatin kirin.