Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn 2021-02-23 17:01:39   MÊRSÎN – Piştevaniya Mor a Mêrsînê, têkaldarî cînayetên jinan ên zêde dibin daxuyanî da û daxwazên xwe yên rê li pêş kuştina jinan digirin anîn ziman.    Piştevaniya Mor a Mêrsînê li dijî kuştin û tundiya li ser jinan li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê civîna  çapemeniyê li dar xist. Platformê di civînê de pankarta “Polîtîkayên Mêrê Serdest derew, xapandin, xezp e. Bila Peymana Îstanbulê têxin meriyetê." vekirin. Platformê dîsa êlekên li ser “Ji Înadê re azadî, ji Înadê re têkoşîn" nivîsandibû li xwe kirin û helwesta xwe anîn ziman. Endama  Piştevaniya Mor a Mêrsînê Zeliha Korkmaz, daxuyanî da û anî ziman ku di serdema şewbê te tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha got: "Polîtikayên dijminantiya jinan a Hişmeniya mêrê serdest rê li tundiya jinan vedike.    Korkmaz, daxuyaniyên xwe wiha anî ziman:  "* Divê şert û mercên malên stargehan bên başkirin. Divê hêjmar bê zêdekirin.    * Divê xeta piştevaniyê ya ku jin 24 saetan xwe bigîne bê vekirin.    * Divê bi lez 'Navenda Qeyrana Tecawizê' bê vekirin.    * Divê li hemû saziyan rê li pêş tundiyê bê girtin û venêrtina wekheviyê bê avakirin. Divê bi rêk û pêk perwerdehiyê bê dayîn.    * Divê dersa Wekheviya Zayenda Civakî li mufredata Perwerdehiya Neteweyî bê zêdekirin.    * Divê re û rêbazên ku têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê jinê digire bên pêşxistin.