HDP çû serdana malbata Akbaşli 2021-02-23 16:41:04   WAN - Şandeyek HDP’ê çûn serdana malbata Ramazan Akbaşli yê tê îdiakirin ku li Girtîgeha Wanê întîhar kiriye.    Parlamenterên HDP’ê Erol Katircioglû, Nejdet Îpekyuz yên di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” li Wanê li gel Hevserokên HDP’a Wanê Fîkret Dogan û rêveberên partiyê çûn serdana malbata Ramazan Akbaşli yê tê îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye û rewşa wî giran e. Şandeya HDP’ê li Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê serdana malbatê kirin.    Malbatê şandeya HDP’ê pêşwazî kir û derbarê rewşê de agahî ji malbatê wergirtin û pişt re ji nexweşxaneyê veqetiyan.    Malbatê diyar kir ku rewşa Akbaşli giran e û derbarê tiştên qewimîne de agahî wernegirtine.