HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min 2021-02-23 16:31:05   KOCAELÎ - Rêxistina HDP'ê ya Kocaelî, bi daxuyaniyekê piştgirî da Parlamenterê HDP'ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu. Rêveberan di çalakiyê de pankarta  "Dest nedin vîna min" vekirin.  Hevseroka HDP'ê Asiye Ebrû Ocal ani ziman ku biryar siyasî ye û got: "Ev biryarek siyasî ye. Gergerlîolgu ji ber işkence û lêgerina tazî anî ziman wî ceza kirin. Dixwazin rastiyê bêdeng bikin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kocaeliyê têkildarî 2 sal û 6 meh cezayê ku Dadgehê li Parlamenterê HDP'ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu birî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberan li salonê pankarta "Dest nede vîna me" vekirin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Îzmitê Asiye Ebru Ocal, anî ziman ku cezayê li Gergerlîoglu birîne siyasî ye û wiha got: "Ji ber ku Gergerlîoglu rastiya îşkence û lêgerîna tazî anî ziman ew ceza kirin. Dixwazin wî bêdeng bikin. "      Ocal, diyar kir ku cezayê li Gergerlîoglu hatiye birîn li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye û wiha bi dawî kir: "Ji roja Gergerlîoglu li Herêma Kocaeli hat hilbijartin heta niha 24 daxwazên qanûnê û 15 pêşniyarnameyên lêkolînê dane meclîsê. Dîsa 125 caran li meclîsê axivî ye. 140 pirsgirêkên li Kocaelî anîne rojeva meclîsê. Bi giştî 2 hezar û 903 pirsname dane meclîsê. Îqtîdar naxwaze ku binpêkirina mafan bê bihîstin. Ev biryara siyasî ye. Ji ber ku îşkence, lêgerîna tazî û bê liqûqî anîye ziman tê cezakirin. Em ê li gel îqtîdara ku dijminê mafên mirovan, demokrasî û edaletê ye, têkoşîna edaletê û mafên mirovan berdewam bikin. Em carek din dibêjin Gergerlîoglu ne bi tenê ye."