Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin 2021-02-23 16:30:30   WAN - Parlementera HDP’ê Tulay Hatimogûllari, diyar kir ku di bingeha pirsgirêka demokrasiyê de pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Ji bo ku êrîş bên astengkirin yekitiya neteweyî şert e.”   Partiya Heremên Demokratîk (DBP), li navçeya Riya Armûşê ya Wanê  4’emîn Kongreya xwe ya Awarte li avahiya KESK’ê li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari û gelek partiyî beşdarî kongreyê bûn. Piştî ku endamên divanê yên kongreyê hatin diyarkirin, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Çetîn Ûyar axivî. Ûyar, qala çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan daye destpêkirin, kir. Ûyar, xwest ku tecrîd bê bidawîkirin û wiha got: “Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe pêkhatina yekitiya neteweyî şert e.”   BINGEHA PIRSGIRÊKAN   Pişt re Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllari, diyar kir ku welat di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibe û wiha got: “Ji avakirina Tirkiyeyê heta niha pirsgirêka gelan û baweriyan heye. Heke îro pirsgirêka demokrasiyê û mafê mirovan hebe di bingeha vê de nêzîkatiya pirsgirêka kurd heye. Heke bi rêbazên demokratîk û aştiyane nêzîkî pirsgirêka kurd bibûna, niha li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hatibûn çareserkirin.”   OPERASYONA GARÊ   Hatîmogûllari, helwesta PDK’ê ya di operasyona Garê de rexne kir û got: “Heke gelê kurd yekitiya xwe pêk bîne, tu hêzên derve nikarin mudaxaleyî wan bikin. Ji bo Suriyeyê jî ji bo Îranê jî ev wiha ye.”   Piştî axaftinan Behîce Abî û Îdrîs Polat weke Hevserokên DBP’ê yên navçeya Riya Armûşê hatin hilbijartin.