Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî 2021-02-23 16:17:49   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Enqereyê Hasan D. Bîrgul Y. Bi çeke qetil kir. Li Dîlokê jî gotinên şahidê nû yên têkildarî mirina bi guman a Sezay Koçak Ozahî ya di 3’ê îlonê de gumanên cinayete zêdetir kir.   Li Enqereyê jinek hat qetilkirin, li Dîlokê jî lêpirsîna têkildarî mirina bi guman jinekê hat berfirehkirin. Li Stenbolê jî ji zilamekî ku gefa kuştinê li jinekê xwar re 5 sal ceza hat xwestin.    ENQERE    Li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê, Hasan D. (33) Bîrgul Y. (43) bi çekê qetil kir. Kujer Hasan D. û zilamê li cem hatin binçavkirin.    MANÎSA   Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê jî Semîha Peker (33) ji aliyê Yalçin Kocataş (43) ku derbarê wî de biryara dûrxistinê dabû girtin ve bi çekê hat qetilkirin.    DÎLOKÊ   Di 3’ê îlonê de li taxa Guvenevlerê ya Dîlokê Sezay Koçak Ozahî (42) piştî ku bi hevjînê xwe Alî Ozahî re ku pê re li ber berdabûnê nîqaş kiribû bi awayekî guman ji şaneşîna malê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Li ser gotinên şahidan gumanên cînayetê yên bûyera Ozahî bihêztir bûn. Li ser vê yeke dozgeriyê lêpirsînê berfirehtir kir.    STENBOL    Li Stenbolê jî di doznameya ku derbarê Samîr Balakishiyev ê li ser medya civakî gefa kuştinê li Hacer K. xwaribû de hat amadekirin de heta 5 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin. Wê di rojên pêş de Balakishiyek ji ber van gefên xwe bê darizandin.