Onlu: Em ê bênavber têbikoşin 2021-02-23 15:20:49   DERSÎM - Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu, diyar kir ku partiya wan xebatên avakirinê dane destpêkirin û anî ziman ku bi hemû beşên civakê re wê kampanyaya “Destpêkê Edalet” bi rêxistin bikin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersîmê, têkildarî kampanyaya “Destpêkê Edalet” li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar û Parlementerê Dersimê Alîcan Onlu û Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî beşdarî civînê bû. Alîcan Onlu, di civînê de naveroka kampanyayê û armanca wê nirxand.   Onlu, diyar kir ku li dijî zextên desthilatê sala 2020’an bûye sala têkoşîna hêzên demokrasî û mûxalîfan û wiha axivî: “Argûmana herî mezin a di destê deshilatê de şer e. Dixwaze di şer de her tiştî  dizayn bike. Me li dîjî şer got aştî li dijî tecrîdê jî got azadî. Di 1’ê îlonê de pêvajoyeke wisa da destpêkirin. Em bi elewiyan, jinan, ciwanan, ekolojîstan û muxalîfên dînamîk re hatin ba hev. Li dijî vê desthilatê em ê çawa têbikoşin me niqaş kir. Heta bloka AKP, MHP û Ergenekonê biçe em ê bêdem û bênavber têbikoşin.”   ‘KAMPANYAYA DESTPÊKÊ EDALET’   Onlu, da zanîn ku weke partî pêvajoya xebatên avakirinê dane destpêkirin û wiha got: “Em armanc dikin ku tiştên li Kurdistanê hatine windakirin qezenc bikin û li Rojhilat jî bi AKP-MHP’ê bidin windakirin. Divê em tenê nedin windakirin, em ava jî bikin. Ji ber vê yekê me pêvajoyeke 4 mehan da destpêkirin. Me di navbera 1’ê sibat û 1’ê hezîranê de ji bo herkesê ku bi pêwistiya wan bi edaletê heye pêvajoyek da destpêkirin. Me ji bo herkesê got edalet. Em her tim dibêjin li her qada Kurdistan û Tirkiyeyê bêedaletî tê jiyîn. Biryareke Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku hiqûqa dijminatiyê tê sepandin heye. Ji ber vê yekê serenavê kampanyaya me ya çar mehan yek jî biryara DMME’yê ji civakê re vegotine. Pirsgirêkeke bingehîn jî birçîtî ye. Li dijî birçîtî, xweza û jinê jî bê edaletiyek heye. Bernameyeke 4 mehan ku van hemûyan di nava xwe de dihewîne daye destpêkirin. Em van kampanyayên xwe bi rê ve bibin. Li gel vê yekê em dikevin pêvajoyeke çalakiyê jî. Ji bo hin rojên diyar em ê bernameyeke çalakiyan derxînin. Em ê bi xebatkarên xwe, bi jin, ciwan û pêkhateyên xwe re vê pêvajoyê bi rêxistin bikin.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA DEMOKRATÎK BI RÊ VE BIBIN’   Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî diyar kir ku di çarçoveya çalakiya grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, doza Kobanê de çalakiyen demokratîk ên rewa wê bên kirin û wiha axivî: “Ji serokê AKP’ê bigire heta wezîran, rêxistinên bajaran, dozgeran hemû heta qirêkê di nav sûc de ne. Suleyman Soylû li dijî gelê kurd, HDP’ê, jinan, elewiyan û mirovatiyê sûc dike. Ji ber vê yekê divê serokê giştî yê AKP’ê û Soylû bên darizandin.”   Bulbul, destnîşan kir ku niha hiqûq, edalet, wekhevî û azadî nîne û wiha got: “Lê dema hiqûq, edalet, wekhevî û azadî pêk hat divê teqez ev bên darizandin û li pêş hiqûqê cezayê xwe bikişînin. Xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû saleke zêdetire li Dersimê nayê dîtin. Dewleta ku li Dersimê kolan, mal û axaftinan dişopîne xwendekara zanîngehê nikare bibîne. Ev çi bê exlakî ye. Esas di kesayeta Gulistan Dokû û Veli Yildiz de li dijî Dersimê, civaka Tirkiyeyê, kurdan û elewiyan polîtîkayên înkarkirinê yên sîstematîk tên meşandin. Îro qanûna Tunceliyê tê nûjenkirin û bi rê ve dibin. Em ê li dijî hemû pirsgirêkan, têkoşîna xwe ya rewa û demokratîk bimeşînin.”