Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin 2021-02-23 14:44:01   EDENE – Cenazeyê Îdrîs Înce yê HPG’î ku li Îskenderûnê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 mehan radestî malbata xwe hat kirin.    Îdrîs Înce yê HPG’î di 26’ê cotmeha 2020’an de li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Înce, ji bo girtina cenazeyê Înce beriya 5 mehan serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê dabû û ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû. Piştî ku encam derketibûn malbatê careke din serî li ATK’ê dabû û dîtibû ku çavê kurê wan hatiye derxistin.  Hat hînbûn ku malbat têkildarî mijarê bi dozger re hevdîtin kiriye û dozger ji wan re ev tişt gotiğe: “Di teqînê de çavên xwe winda kiriye. Dema ku çû çavên wî hebûn.”   Cenazeyê Înce piştî 5 mehan îro radestî malbata wî hat kirin û malbat ji bo cenazeyê kurê xwe ki navçeya Sûltanbeylî veşêre ji Edeneyê ber bi Stenbolê derket rê.