Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2018-01-23 11:26:40 STENBOL - Parêzerên Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Serbay Koklu û Ayla Akat Ata ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve 724 caran parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn.   Serlêdana parêzeran ji 21'ê Tîrmeha 2011'an vir ve bi hinceta "rewşa hewayî xirabe ye", "keştî xirabe ye", "keştî nehatiye çêkirin" û "OHAL" heye bi giştî 723 caran hat redkirin.