Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc 2021-02-23 13:52:15   MÊRDÎN - Abîdîn Ûnay ê HDP’î li Mêrdînê giliya Mehmet Ozhasekî û Nedîm Şener kir.   Abîdîn Ûnay ê endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, derbarê Mehmet Ozhasekî û Nedîm Şener ên heqaret li hilbijêrên HDP’ê kiribûn de serî li dozgeriyê dan û giliya Ozhasekî û Şener kir. Ûnay, çû Edliyeya Qoserê û daxwaznameyên ku amade kiribûn radestî Dozgeriya Komarê ya Qoserê kir. Ûnay, derbarê Ozhasekî û Şener de ji sûcên “Bi eşkereyî tehrîkkirina gel” , “Kîn û cihekarî” , “Astengkirina bikaranîna mafên siyasî”, “Gef” û “Heqaretê” gilî kir.