Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin 2021-02-23 13:00:10   ENQERE - Parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî cezakirina Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû dan û gotin: “Ji bo parastina mafê mirovan divê em mil bidin milê hev û meşa xwe berdewam bikin.”    Dadgeha Bilind 2 sal û 6 meh cezayê hefsê yê li Parlamentera HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû birîn erê kiribû. Gergerlîogû bi betalkirina parlamenteriyê re rûbirû ma. Parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî biryara dadgehê dan.    ‘EWLEKARIYA HIQÛQÊ NEMAYE’    Nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Gundem a Enqereyê û Hiqûqnasê Ceza Gunal Kûrşûn bi biryara Gergerlîoglû re xala 83’yemîn a Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin û got: “Di rewşek wiha ku Destûra Bingehîn xistine bin piyan de êdî tu nirxek ewlehiya hiqûqê jî nemaye. Ev biryar asta ku hiqûq û daraza Tirkiyê gihîştiyê nîşan dide. Ev meriv xemgîn dike û dibe em hemû ji vê zirarê bibînin.”    ‘DIVÊ EM MIL BIDIN MILÊ HEV’    Ji Koordînatorên Platforma Mafê Miorvan a Hevpar Feray Salman jî anî ziman ku ev ceza di warê parêzvanên mafê mirovan de ne ewil e û ne jî dawî ye û cezakirina parlamenterek ji ber parastina mafê mirovan nayê qebûlkirin. Salman got li Tirkiyê dîroka parêzvanên mafê mirovan bi zextan re derbas dibe. Salman bi bîr xist ku di salên 1990’î de aktîvîstên mafê mirovan dihatin revandin, kuştin û girtin û ev ceza jî wê nîşan dide ku çiqas girîngiyê dide parastina mafê mirovan. Salman da zanîn ku li Tirkiyeyê nêrînek ewlekariyê serdest bûye û got: “Ev nêrîn û zîhniyet girîngiyê û nirx nade mafê mirovan û parêzvanên maf. Cezakirina aktîvîstek mafê mirovan, cezakirina me hemûyan e. Îro dora Omer Farûk e sibê dora me ye. Divê ji bo parastina mafê mirovan em mil bidin milê hev û bi hêza xwe meşa xwe dewam bikin.”    ‘EM ŞAHIDÊ PARÊZVANIYA WÎ NE’    Serokê Giştî yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Metîn Bakalci jî destnîşan kir ku mafê mirovan di nava rûxandinekê de derbas dibe û got: “Girseyek mezin a li Tirkiyeyê bi vê rûxandin û zextan re rûbirû maye. Însan bi mafê xwe însan e. Em li vir welatek meriv ku însan dikaribe bi mirovî bijî dixwazin. Divê em bi her awayî li Omer Farûk Gergerlîgolû derkevin. Em wek TÎHV’ê şahidên wî ne û nirxê mafê mirovan diparêz e. Cezakirina wî nayê qebûlkirin. Divê em pêşî li van ceza û zextan bigirin.”    MA / Bêrîvan Altan - Emrûllah Acar