Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin 2021-02-23 11:58:30   MÊRSÎN - Polîsan li Mêrsînê bi ser mala Serokê Komeleya Alimên Oldar a Êlihê yê berê Mele Îzzettîn Ege lê mavan bû de girtin û ew binçavkirin.    Li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê polîsan vê sibehê bi ser mala Mele Îzzettîn Ege (65) yê Serokê Komeleya Alimên Oldar a Êlihê lê mêvan bû de girtin. Ege ji bo serdana xizmên xwe ji Êlihê çûye Mêrsînê. Polîsan bi awayên hemwext hem bi ser mala Mele Îzzettîn a Êlihê de û bi ser mala lê mêvan bû de girtin. Polîsan piştî lêgerîna li malê Mele Îzzettîn binçav kirin.    Kurê wî Farûk Ege diyar kir ku polîsan bi gotina “em ê we biqedînin” gef li wan xwarin e û polîsan li ferdên malê dane.    Hêceta binçavkirina Ege nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.