Li Amedê kesek hat binçavkirin 2021-02-23 11:50:31   AMED - Li navçeya Bismilê polîsan avêt ser mala welatî Nasir Dogrû û ew binçav kirin.    Li navçeya Bismilê ya Amedê polîsan avêt ser mala endama HDP’ê Zozan Dogrû. Polîsan dema ku Zozan Dogrû li malê nedît bavê wê Nasir Dogrû binçav kir.   Polîsan piştî binçavkirina Nasir Dogrû, avêt ser mala xwişka Zozan Dogrû, Semra Çelik a li semta Gazîlera Amedê dimîne. Polîsan deriyê mala Çelîk şikand û mal tevlihev kir.   Li gorî agahiyên ku Semra Çelîk da rojnameya Xwebûnê û diyar kir ku polîsan xwestiye Zozan Dogrû bi sedema parvekirinên wê yên medyaya civakî binçav bikin, lê ji ber ku xwişka wê ne li malê bûye, mal tevlihev kirine û bavê wê binçav kirin e.