Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê 2021-02-23 11:17:40   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu bi armanca ku bi muvekkillên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê der barê Ocalan de bi hinceta di sala 2009'an de parastin û Nexşerê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê seredana parêzeran li Ocalan birîbû.