Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî 2021-02-23 11:10:30   MÊRDÎN - Kesê ku di saetên şevê de li navçeya Mîdyadê bi çekê êrîş lê hat kirin jiyana xwe ji dest da.    Şeymûs Mûtlû yê 29 salî ku li Taxa Golcuk a navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê dijiya, di saetên şevê de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve êrîş lê hat kirin. Mûtlû, di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da û cenazayê wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê. Malbata Mûtlû, piştî kirariyên otopsiyê cenazeyê lawê xwe veşart.