Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike 2021-02-23 10:44:46   ENQERE - Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk a HDP’ê, wê sibê rapora ku derbarê îcreatên qeyûman de amade kiriye, ji raya giştî re aşkera bike.   Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê sibê li Navenda xwe ya Giştî, rapora ku derbarê îcreatên qeyûman de amade kiriye, ji raya giştî re aşkera bike.   ÎDEAYÊN WEZARETÊ   Hevberdevkên Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk ên HDP’ê Salîm Kaplan û Hediye Karaaslan wê sibê rapora bi navê “Xespa Vînê û Rastiya Qeyûman” bi raya giştî re parve bikin. Di raporê de wê tiştên ji hilbijartina 31’ê Adara 2019’an û heta niha hatine jiyîn bi kurtasî bên vegotin. Wê ji asta hiqûqî ya polîtîkayên qeyûm ên desthilata AKP’ê û MHP’ê ku cara duyemîn ji bo şaredariyên HDP’ê xistiye meriyetê û pirtûkçeya bi navê “Şaredariyên ji terorê hatine paqijkirin û xizmetên wan” a Wezareta Karên Hûndir amade kir re bersiv bê dayîn.   8 SERENAV   Di rapora ku ji 8 serenavan pêk tê de bêhiqûqiyên hatine jiyîn, tahrîbatên hatine afirandin û nêlirêtî wê xal bi xal bên rêzkirin. Di raporê de wê balê bikişînin ser xebatên şaredariyên partiyê û destkeftiyên pergala hevserokatiyê jî.