Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn 2021-02-23 09:13:27 STENBOL - Siyasetmedar û akademîsyen Kamûran Berwarî operasyona Garê nirxand û destnîşan kir ku bi neserketina operasyonê re xeyalên Serokkomar Erdogan û polîtîkayên Neo-Osmanî têkçûn û got: “Êdî dem dema azadkirina Rêber Ocalan û PKK ji lîsteya terorê derxistinê ye.”    Nîqaşên derbarê operasyona Garê ya Tirkiyeyê li Herema Kurdistan a Federe lidarxistîbû û bi kuştina 13 dilgirtiyên di destê PKK de û 3 leşkerên payebilind bi dawi bû, dewam dikin.   Erdogan beriya operasyonê di 8’ê sibatê de di daxuyaniya xwe de gotibû ku “Roja Çarşemê teqez guhdarî min bikin, ez ê tiştên xweş aşkere bikim.” Piştî daxuyaniya Erdogan di 10’e Sibatê de, di saetên şevê de operasyona li herêma Garê ya bi ser Herêma Kurdistanê ve dest pê kir, lê piştî 4 rojan bi encameke giran qediya. Nîqaşên piştî operasyonê di navbera partiyên siyasî de destpêkirin her ku diçe zêdetir dibe.      Siyasetmedar û akademîsyenê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî yê geşedanan ji nêz ve dişopîne, armanc û encamên operasyonê, bandora wê ya li ser Kurdistana Federe nirxand.   ARMANCA OPERASYONÊ   Berwarî, anî ziman ku operasyona Garê bi hevkariya hêzên Irak û hezên heremî dest pê kir û got: “Ev operasyon bi pilanên pir alî hat kirin. Armanca operasyonê ne rizgarkirina dîlgirtiyan bû. Armanc ew bû kuştina dîlgirtiyan bû. Heger armanc rizgarkirina wan bûya ji sala 2015’an heta niha bi sedan rêyan, beyî ku xwîn rijandinê dikaribûn wan rizgar bikin. Lê xwestin ku bi kuştina dîlgirtiyan PKK tawanbar bikin û xwestin hewldana Ewropa û Amerîka ya ku PKK ji lîsteya terorê derxînin bidin astengkirin. Weke ku tê zanîn Tirkiyê û henek hêzen Ewropayî Serokwezîrê Swêdê Olof Palme kuştin û PKK bi vê tawanbar kirin. Pişt re bi destên sixurê xwe yên weke Şemdîn Sakik leşkerên xwe dan kuştin. Bi vî awayî PKK xistin lîsteya terorê. Yek ji armancên operasyona Garê jî ew bî ku pilanên xwe bidomînin û hewldanên derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê asteng bikin.”   ‘PLANÊN ERDOGAN TÊKÇÛN’   Berwarî, bal kişand ser yek ji armanca operasyona Garê ku zeftkirina Başurê Kurdistan bû û heger ku ev pilan bi encam bibûya dê Tirkiye û leşkerên Iraqê bi hev re êrişî Şengal û sinorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) bikirina. Berwarî, anî ziman ku êrişa li dijî sinorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatibû pilankirin û got: “Em dibînin ku siyaset û stratejiya Erdogan li Garê bi temamî şikest û têk çû.”   Berwarî, da zanîn ku bi tekçûyîna Tirkiyeyê re, hesabên gelek hêzên heremî û navnetewî jî têk çûn û wiha domand: “Pêwîste êdî ev hêz plan û stratejiyên xwe yên li hemberî gelê kurd û Rojhilata Navîn sererast bikin. Piştî şerê li Garê ji bo Ewropa, Amerîka û dewletên ereb, Tirkiye û Îranê rewşek nû derket holê. Ji bo hêzên kurd jî rewşek û derfetek nû çêbû. Pêwîste ji vir û şûnde her hêz hesabên xwe di berçav de derbas bike.”   ‘XEYALÊN NEO-OSMANÎ TÊKÇÛN’   Berwarî, destnîşan kir ku operasyon bi gelek hesaban pêk hatiye û wiha berdewan kir: “Serkeftina Garê berxwedena kurdan a sedsalê li pêş xist. Xeyalên Neo-Osmanî jî têk bir. Pêwîste ku ev yek baş bê dîtin. Di heman demê de, şerê Garê ji bo feraseta nijatperest û dagirker ya ku Tirkiyeyê û DAIŞ nûnertiya wê dike, derbeyek giran bû. Hêzên aşitîxwaz, demokrat û azadîxwaz serkeftinek mezin bi dest xistin.  Serkeftina Garê ji bo hêzên ku bi dewleta Tirk re tevdigerin peyamek girîng bû. Dîsa ew serkeftin da hînkirin ku henek hêzên kurd bila xwe biçûk nebînin û bi dagirkeran re tevnegerin.  Ji vir û şûnde pewîste ku hêzên gerîlla û pêşmerge, hizb û rêxistinên kurd li ser derxistina leşkerên tirk a ji Başûrê Kurdistanê biponijin. Divê Başûrê Kurdistanê ji bin bandora pir alî ya Tirkiyeyê bê derxistin.”   ‘DEMA AZADKIRINA RÊBER OCALAN E’   Berwarî, bi bîr xist ku encamên derket holê dide xuyakirin ku tu hêzên herêmî û navnetewî ne mecbûrin bi Erdogan û AKP-MHP’ê re tevbigerin û got: “Êdî dem dema azadkirina Rêber Ocalan û PKK ji lîsteya terorê derxistinê ye. Bi vî awayî pêwîste xebatên siyasî û dîplomatîk hem li Kurdistanê û hem li cîhanê bên pêş xistin. Êdî li 4 perçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn bila xwîn bisekine. Êdî bila her kes bizanibe ku polîtîkayên tunekirina kurdan û xeyalên dagirkirina Kurdistan têk çûye. Ev plan tu carî serneket û wê ji vir û şûnde jî bi ser nekeve.”   BANDORA OPERASYONÊ YA LI SER BAŞÛR   Kamûran Berwarî, bandora operasyona Garê ya li ser Kurdistana Federe jî nirxand û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Destpêkê metirsiya tevlîbûna hêzên Başûr jî ya vê operasyonê hebûn, lê ev yek pêk nehat. Gelê Başûr bi giştî dijberî operasyon û ketina leşkerên tirk a heremê bû. Li dijî vê yekê li gelek deveran jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Gelê Başûr, ev operasyon weke têkçûyîna dewleta tirk nirxand. Wê serkeftinê da xuyakirin dê kurd bi vînek şoreşger û hestên Kurdistanî çarenûsa xwe diyar bikin. Ji ber vê serkeftina li Garê li vir bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.”   MA / Îdrîs Sayilgan