Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin 2021-02-23 09:13:04 WAN - DayDayikên girtiyan bal kişand ser daxwazên girtiyan û xwestin berî her tiştî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û cenaze dernekevin. Dayikan xwest daxwazên girtiyan pêk bên û çalakî bi dawî bibin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdeyî 22 salin di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Girava Îmraliyê de di tecrîdê de tê girtin. Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdemg û bi dorveger kirin. Çalakiya girtiyan di roja 89’an de berdewam dike. Dayikên girtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan û xwestin daxwazên girtiyan pêk bê û tecrîd bê rakirin.    Dayika Ahmet Anigi ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê 6 salin girtî ye, Sitî Anigibal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha got: "Binpêkirina mafên girtiyan heta li ser telefonan jî pêk tê. OHAL zêde bûye. Ji roja OHAL'ê heta niha telefonên bi malbatê re qut dikin. Kurê min di çalakiyê de xwedî biryar e. Kurê min got 'Heta em negêjin armanca xwe em dest ji vê çalakiyê bernadin. Ger ku daxwazên me pêk neyên emê çalakiya xwe mezintir bikin. "    Sitî Anigi, xwest daxwazên girtiyan pêk bê tecrîd bi dawî bibe û girtî azad bibin. Anigi, xwest her kes li daxwazên girtiyan xwedî derkeve û wiha got: "Divê her kes bibin yek û li daxwazên xwe xwedî derkevin. Divê em girtiyan bê xwedî nehêlin. Ne tenê kurê min hemû girtî di çalakiyê de ne. Divê em ji bo wan têbikoşin."       Dayika Ramazan Ozlu yê li Girtîgeha tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, Perîşan Ozlu jî anî ziman ku kurê wê 198 salin girtî ye û wiha got: "Kurê min berê 4 mehan ket grevê. Em li daxwazên girtiyan xwedî derdikevin. Daxwazên wan daxwazên me ne. Divê tu kes vê tecrîdê qebûl neke. Divê her kes li daxwazên zarokên xwe xwedî derkevin. Girtî li dijî zilmê di grevê de ne. Bila tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."    Dayika Fuat Bor ê li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê girtî ye, Muhteber Bor jî anî ziman ku kurê wê 27 salin girtî ye û wiha got: "Em dixwazin daxwazên girtiyan pêk bînin ku girtî çalakiyê bi dawî bikin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. "    Bor, girtiyên ketine grevê têra wan xwê, şekir û lîmanê natin wan. Girtî neçar dimînin ji kantînê bistînin. Li şûna 10 TL bi 50 TL didin.