Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e 2021-02-23 09:11:36 STENBOL - Akademîsyena Bogazîçiyê ya berê Doçent Noémy Lévy-Aksû, ji bo berxwedana xwendekaran a li dijî rektorê qeyûm wekî "berxwedaneke mafdar û wêrek" nirxand û destnîşan kir ku bêyî qadên azad û ewle, zanist jî ne pêkan e.  Berxwedana li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlûyê AKP'î ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin didome. Hîndekara Bogazîçiyê ya erê Doçent Noémy Lévy-Aksû ku di sala 2017'an de ji ber ku îmze danîbû bin danezana "em ê nebin şirîkê vî sûcî" hatibû îxrackirin, destnîşan kir ku berxwedana xwendekaran û akademîsyenan berxwedaneke mafdar û wêrek e.    MAFDAR Û WÊREK E    Lévy-Aksû, destnîşan kir ku tayinkirina Bûlû nayê qebûlkirin û anî ziman ku tiştên diqewimin ne tiştine nû ne. Lévy-Aksû, diyar kir ku rektorê Bogazîçiyê yê berê jî bi KHK'ê hatibû tayinkirin û ev li gelek zanîngehan tê kirin. Lévy-Aksû, bilêv kir ku lewma berxwedana xwendekar û akademîsyenan, berxwedaneke pir mafdar û wêrek e.    QADÊN AZAD HATIN TENGKIRIN    Lévy-Aksû, diyar kir ku li Zanîngeha Bogazîçiyê qadên azad hatine tengkirin û got: "Bogazîçî, ne îstîsna ye. Di şert û mercên pir zehmet de têdikoşin. Hêvîdar im ê bi ser bikevin. Xwezî li seranserê Tirkiyeyê, ji roja ku ev tayin çêbûn têkoşîn û mudaxileyek werê çêbûbûna."    BANDORA LI ZANISTÊ    Lévy-Aksû, anî ziman ku tayinkirin bandoreke nebaş li cîhana akademiyê dikin û ev yek jî nêrîna îqtidarê ya ji bo zanîngehan, hilberandina agahiyê û perwerdehiyê dide der. Lévy-Aksû, destnîşan kir ku bi tayinkirinan azadiyên akademîsyen û xwendekarana tên sînordarkirin û ev di ders û lêkolînan de jî dibe sedema sansur û otosansurê.    TÊKOŞÎN    Lévy-Aksû, anî ziman ku çalakiyên tên kirin hêrseke giştî didin der û ji bo bêçaretiya heyî ji holê rabe tên kirin. Lévy-Aksû got: "Helbet çalakiyên tên kirin tenê ne jibo Bogazîçiyê ne. Ez wisa difikirim ku têkoşîneke ji bp demokrasiyê ye."    MA / Îdrîs Sayilgan - Berfîn Karaman