'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn' 2021-02-23 09:11:02   AMED - Piştî bidawîûna pêvajoya çareseriyê li hemû deverên herêmê betonên blokî hatine bicihkirin û bajar û navçe hatine hespkirin. Lê belê qeyûm dixwaze bi wêneyan van blokên betonî wekî tiştine balkêş nîşan bide.   Li Tirkiyeyê piştî ku di sala 2015'an de "pêvajoya çareseriyê" bi dawî bû, li herêmê polîtîkayên ewlehîparêz zêde bûn û hema bibêje li seranserê bajar û navçeyên herêmê blokên betonî hatin bicihkirin. Li Amedê jî hema bibêje ev blokên betonî bajêr heps kirine. Li Amedê li ser van blokên betonî wêne tên çêkirin û bi vî awayî tê xwestin ku ser rastiyê bê nixumandin. Ev yek bi destê qeyûm tê kirin. Lê belê welatî van blokên betonî wekî "dîwarên tirsê" bi nav dikin.   Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, anî ziman ku blokên betonî wekî amûreke çavtirsandinê tên bikaranîn. Çîftyurek, bilêv kir ku dewleta tirk li dor siyaseta ewlehiyê li ser pêya ye û ev yek ji sala 1923'yan heya niha qet neguheriye.    'NÎŞANEYA TIRSÊ'    Çîftyurek, bilêv kir ku bariyerên ewlehiyê nîşaneya tirs û bêewleyiyê ye û dewlet vê yekê li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Rojavaya Xweser jî bi vî awayî tevdigere.    'TÊKÇÛYÎN'    Înîsyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê jî anî ziman ku bariyerên betonî ku li her deverên bajêr hatine bicihkirin bandoreke nebaj li ruhê mirov dike û dibin chê bêhêviyê û hesta têkçûyînê diafirînin.    Înîsyatîfê got: "Divê neyê jibîrkirin ku lêgerîna ewlehiyê di ruhê mirov de xwedî cihekî girîng e. Armanceke din a van blokan jî, tengkirina qada kolektîf e û bi vî awayî tê xwestin ku daxwazên gel bên tespisandin. Lewma di serî de gelê Amedê û bi giştî jî gelê kurd, afirandina civaka ehlaqî û polîtîk ji xwe re bike armanc, mekanîzmayên piştgiriyê zêde bike û li dijî hesta tepisandinê biherebûnê bide der."