Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye 2021-02-23 09:10:15 STENBOL - Pêkhateyên BMG'yê destnîşan kirin ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê welêt belav bûye û gotin: "Rabûna li ber tecrîdê, divê tenê wekî xespkirina mafê girtiyekî neyê dîtin."  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 89'an de ye. Pêkhateyên Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê welêt belav bûye û lewma divê her kes bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê.    ÊRIŞA LI SER KURDAN    Nûnera Alinteriyê Murruvet Kuçuk, tecrîdê wekî "sembola êrîşkariya li ser gelê kurd" pênase kir û got: "Îmralî, di warê Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê kurd de xwedî wateyeke taybet û polîtîk e. Êrîşên li ser gelên kurd ji ber polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê ne."    Kuçuk, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze tecrîdê kûr bike û got: "Tê xwestin ku îşligê tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê bê kirin."    ÇÎNA KARKERAN TÊ JEHRÎKIRIN    Kuçuk, destnîşan kir ku di navbera pirsgirêka kurd û tecrîdê de, rasterast pêwendiyek heye û got: "Heya gelê kurd azad nebe, ê karker û kedkarên tirkiyeyî azad nebin. Her wiha netewperestiya ji ber vê rû dide jî çîna karkeran jehrî dike. Yanî heya ku ev neyê şikandin, dê çîna karkeran jî nebe çîn. Ji ber nabe çîn, nikare tevgereke proleter jî biafirîne. Yanî nikare azad bibe."    TECRÎD TÊ REWAKIRIN    Nûnera Partîzanê Rahîme Kavrar jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê du alî ye û got: "Yek; ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî, binpêkirina mafan e. Îqtidar tecrîda li Îmraliyê rewa dike û li tevahiya civakan belav dike. Ev jî ji bo girtiyan dibe sedema binpêkirinaên mafan ên tund."    ARMANC TEPISANDINA GEL E    Kavrara, bilêv kir ku ya dudoyan jî bi tecrîda Îmraliyê re tê xwestin ku kurd bên tepisandin û got: "Li wir rêberê tevgerekê tê tecrîdkirin. Di heman demê de daxwazên wê tevgerê û gelê wê jş tê tecrîdkirin. Îjar gava mirov li ber tecrîdê rabe, divê tenê wekî xespkirina mafên kesekî nebîne. Tê wateya tecrîdkirin û tepisandina daxwazên gelê kurd."    BANGAWAZΠ   Kavrar, destnîşan kir ku divê her kes xwedî li çalakiyên bêdem û dorveger ên girtiyan derkeve ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê, ji bo şikandina tecrdê çalakîne girîng in. Ji lew ra, girtî tenê ne li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan, di heman demê de li dijî polîtîkaya tecrîdê rabûne. Yanî ev têkoşîn bixwe, têkoşîna me ye jî û em xwedî lê derdikevin. Divê em li her derî daxwazên çalakiyên greva birçîbûnê bînin ziman. Ji lewra ev daxwaz û berxwedan li her derî tên sansurkirin. Em Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, divê em li her derî ji bo şikandina vê sansurê tevbigerin."