Di şevekê de bi sedan dar rakirin 2021-02-23 09:08:08 AMED - Li Taxa Uçkûyûlar a navçeya Yenîşehîrê, di mehekê de bi sedan darên çamê hatibûn çandin. Lê belê şaredariyê darên hatibûn çandin di rojekê de rakirin.  Li Taxa Uçkûyûlar a navçeya Yenîşehîr a Amedê, mehek berê li refujên rêyan bi sedan darên çamê hatibûn çandin. Lê belê Şaredariya Yenîşehîrê du hefte berê sibehekê darên hatibûn çandin rakirin. Şêniyên taxê xwestin darên hatine rakirin ji nû ve bên çandin.    FERMANA CÎGIRÊ WALÎ!    Şêniyê Taxa Uçkûyûlarê Vahap Gunay, anî ziman ku ji zû de ye şaredariyê tu xizmet ji taxa wan re nekiriye û ev dar jî ji ber avahiyn TOKÎ'yan hatine çêkirin. Gunay got: "Lê bêyî ku haya kesî pê hebe, hatin rakirin. Me ev tişt ji rêvebiriya taxê, keya û rêvebiriya şaredariyê jî pirsî. Ji me re gotin, haya wan jê tune ye. Lê belê gava peywirdarê abardûmana me ji xebatkarên şaredariyê yê ku dar rakirine, pirsiye, xebatkaran gotiye, fermana cîgirê walî ye. Piştî fermanê, di 2 saetan de hatin dar rakirin. Em nizanin çi dixwazin, lê me bihîst ku dê li devereke din dar bên çandin."    Gunay, bilêv kir ku tê gotin dar ji ber peyarêyê hatine rakirin û got: "Lê em dibînin ku li vê derê peyarê hene. Heger darên berê rakirina, me yê fêm bikira, lê darên ku rakirin û birin giş darên nû bûn."    Gunay, anî ziman ku şêniyên taxê ji ber vê nerazî ne û dixwazin dar bên çandin.