Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in 2021-02-23 09:07:28 COLEMÊRG - Li Colemêrgê tim zinar digirin nav rêyan. Ji bo tevdîrgirtinê tenê têl hatine bikeyskirin. Ajovan Mehmet Zahîr Yildirim, diyar kir ku tevdîrên hatne girtin kêm in û xwest tevdîreke mayinde bê girtin.  Li navenda Colemêrg û navçeyên wê, tim zinar digirin nav rêyan û ji ber vê rê tên girtin. Nexasim jî di rojên şiliyê de li Depîn, Pira Nû û Şapatanê ji ber zinarên mezin rê tên girtin. Ji ber vê çûnhatina di van rêyan de çênabe. Çendî ku Midûriyeta Herêma Rêbejahiyê li hin deveran têl bikeys kiribin jî, ev têl û tevdîr nikare pêşî li ber talûkeyê bigire.    Mehmet Zahîr Yildirim ku ajovanê fîrmayeke taybet e, diyar kir ku her roj di van rêyan de diçin û tên û xwest tevdîrek mayinde bê girtin.    MEXDÛRIYET    Yildirim, destnîşan kir ku zivistanê rêya Colemêrg-Wan û rêyên din ji ber zinaran û lehiyê tên girtin û xetere zêde dibin. Yildirim, xwest tevdîrine mayinde bên girtin û got: "Gelek rêwiyên me ji ber zinarên ku dikevin rê, nagihên balafirên xwe an jî otobêsên xwe. Ji ber vê mexdûriyetê rêwiyên me bilêtên xwe betal dikin."    TEVDÎRÊN HEYÎ KÊM IN    Yildirim, bal kişand ser têlên ji bo tevdîrgirtinê li rêya Colemêrg-Geverê hatine bikeyskirin û got: "Têlên hatine bkeyskirin nikarin xwe li ber zinaran bigirin. Tevdîrine demborî ne. Lê kêm in. Em dixwazin tevdîrek mayinde bê girtin."