78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-02-22 20:47:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 78 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 8 hezar û 104 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 138.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 78 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 104 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 28 hezar û 138 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 646 hezar û 526.