Li Sîlopiyayê mirineke biguman 2021-02-22 19:55:26     ŞIRNEX - Li Şirnexê cenazeyê zarokeke 14 salî bi awayekî daliqandî hat dîtin.   Li gundê Takyan yê girêdayî navçeya Sîlopiya ya Şirnexê cenazeyê zarokeke 14 salî Betul Uçar, bi awayekî daliqandî li baxçê mala xwe hat dîtin. Nehat zanîn gelo Ûçarê xwe kuştiye an hin kesan wê kuştiye.    Cenazeyê Ûçarê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.