‘Sêva Sor’ bi Efrînê dest pê kir, hedefa talî ku derê ye? 2018-01-23 10:46:03 ENQERE – Serokomar Erdogan operasyona Efrînê wek “Sêva sor (Kizil Elma)” pênase kir û îşareta “Bîrdoziya Turaniyan” da. Nayê zanîn dê hedefa vê bîrdoziya bi Efrînê re dest pê kir  biçe ku. Wekîle berê Abdulbakî Erdogmuş jî got: “Têkoşîna esasî ya Tirkiyeyê ne li dijî DAIŞ û Nusra ye. Li dijî kurdan e.”  Êrîşên li dijî Efrînê bi tifaqa AKP, MHP û Partiya Vatan dest pê kir. Partiyên wek CHP, Îyî Partî û gelek partiyên din jî piştgiriya şerê li dijî Efrînê kir. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan armanca talî ya êrîşên li dijî Efrînê aşkere kir. Erdogan têkildarî êrîşên li dijî Efrînê vê daxuyaniyê dabû: “Dibêjin ya ‘diçî ku?’ Em diçin Sêva Sor. Belê sêvek me ya sor heye. Vê yekê beriya mehekê jî min aşkere kiribû. Em ber bi wê hedefê ve diçin.”   “Sêva Sor” ji aliyê Partiya Îşçî ve kiribû al û ev yek wek bîrdoziyek “Turanî” tê zanîn. Hedefa “Sêva Sor” Erdogan ku kir hedef wek polîtîkayek bîrdozî hat nîşandan. Lê êrîşên li dijî Efrînê tenê erdnîgariya kurdan re sînor namîne û xwe bi niyeta Osmantiyê radixe ber çavan.    ‘ME GOTINA SÊVA SOR BIHÎST, MA ÊDÎ EM ÇI BIHÎZIN’    Prof. Baskin Oran diyar kir ku di vê mijarê gelek tiştên bên gotin tune ye û got: “Meseleya Efrînê ji bo polîtîkaya hundirîn tê kirin. Herî dawî me gotina ‘Sêva Sor’ jî bihîst ma bila êdî çi bibe.”   'KURDAN DIKIN BAZARA HESABÊN XWE'     Wekîlê ANAP’ê yê berê Abdulbakî Erdogmuş jî anî ziman ku êrîşên li dijî Efrînê nediyarbûna li herêmê kûr dike û got: “Bedela herî giran a vê ne diyariyê kurd didin.” Erdogmuş got ku hêzên serdest ji bo hesabên nû di nav bazariyê de ne û kurd div ê maseya bazariyê de wek meta tên dîtin.    ‘TIRKIYE NE LI DIJÎ DAIŞ’Ê Û NUSRA BI KURDAN RE ŞER DIKE’    Erdogmuş da zanîn ku şerê li dijî kurdan tê meşandin bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Têkoşîna esasî ya Tirkiyeyê ne li dijî DAIŞ û Nusra ye. Li dijî kurdan e. Ev şer çiqas zerarê dide herêma me li ber çava ye. Xetere ew e ku statûya kurdan e. Ji bo pêşî li vê bigirin serî li her rêbazî didin.”    ‘RÛSYA HER TIM KURDAN BI TENÊ HIŞT’    Erdogmuş destnîşan kir ku Ruysa tu demê li gel kurdan cih negirtiye û bi kurdan re nebûye tifaq û ji Mahabadê heta niha ev berdewam dike.    MA / Kenan Kirkaya