'Dijberî şer eniya hevpar a aştiyê ava bikin' 2018-01-23 10:45:13 ÎZMÎR – Nûnerên rêxistinên demokratîk ên li Îzmirê li dijî êrîşa li ser Efrînê bertekên xwe anîn ziman û xwestin li dijî şer eniya hevpar ava bikin. Welatiyan jî diyar kirin ku şer dê bi gelê Tirkiye bide windakirin û xwestin Tirkiye dawî li şer bîne.  Li Tirkiye bertek û nerazibûnên li dijî şerê ku AKP-MHP'ê li ser Efrînê daye destpêkirin roj bi roj zêdetir dibe. Nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk ên li Îzmirê bertekên xwe anîn ziman û xwestin her kes li dijî şerê li ser Efrînê bertekên xwe yên demokratîk bînin ziman. Welatiyan xwest Tirkiye dawî li şerê li ser Efrînê bîne.    'EFRÎN DÊ JI BO TIRKIYE BIBE WEKÎ VÎETNAMÊ'   Parêzer Mehmet Bayraktar, diyar kir ku AKP bi êrîşa li dijî Efrînê dixwaze hilbijartina 2019'an mîsoger bike û wiha got: "AKP dixwaze bê sînor 'Rejîma Yek Mirov' berdewam bike. Hikûmeta AKP'ê bi rejîma hiqûq ji holê rakir. Êrîşa li ser efrînê bi tu awayî ne li gorî berjewendiyên Tirkiye ye. Tê ji bo Tirkiye bibe wekî Vietnamê. Dê gelek mirov bên kuştin. Lê serkeftina Tirkiye ji vir dernakeve. Tirkiye bi riya çapemeniyê û şerê taybet dide meşandin."    ‘DIVÊ HER KES DERKEVE QADAN'    Bayraktar, anî ziman ku kurd li Efrînê pergala demokratîk û ekolojîk ava dikin û xwest Tirkiye dawî li êrîşan bîne. Bayraktar, anî ziman ku berxwedan mafeki rewa ye û wiha got: "Kurt tenê mafê xwe yê azadiyê dixwazin. Divê li her qada cîhanê kurd derkevin qadan. Divê bibin yek beden û yek mejî. Divê bi her awayî seferber bibin. "    'DIVÊ LI DIJÎ ŞER ENIYEK HEVPAR BÊ AVAKIRIN'   Serokê şaxa BES'ê ya Îzmirê Mustafa Guven jî anî ziman ku êrîşa li dijî Efrînê ne çareserî ye û wiha got: "Çaresî aştî ye. Bandora şer li nava Tirkiye xwe dide der û her kes vê yekê dibîne. Li aliyekî OHAL îlan kirin û li aliyê din şer îlan kirin. Divê li dijî eniya şer eniyek xurt a aştiyê bê avakirin. Divê kedkar di nava vê eniyê de cih bigirin. Yên li welatê me şer derdixin, yên dixwazin pergala serokdewletiyê têxin meriyetê ne. Divê hemû hêzên li dijî şer eniyek hevpar a li dijî şer ava bikin."    ‘BERTEKA LI DIJÎ ŞER MAFÊ HERÎ REWA YE'   Nûnerê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) yê Herêma Îzmirê Coşkun Usterci jî anî ziman ku wekî parazvanên mafên mirovan vê êrîşa li dijî Efrînê qebûl nakin û wiha got: "Sedem çi dibe bila bibe, paqijî û qirêjiya şer nabe. Hemû cureyên şer ji bo mirovahiyê qirêj in. Dê bandorek neyînî li ser aborîyê bike. Şer xwezayê jî tune dike. Di serî de mafê jiyanê û xwezayê tune dike. Em dixwazin bi lez êrîşa li dijî Efrînê bi dawî bike.    'MEDYA CIVAKÊ ŞAŞ AGAHDAR DIKE'    Ustercî, anî ziman ku OHAL rê li pêş hemû cureyên tundiyê vedike. Îkdîtara sîyasî mehek e medya kiriye amûr û civakê şaş agahdar dike. Ev helwesat siyasetê nayê qebûlkirin.    ‘DIVÊ MIROVAHÎ LI DIJÎ VÊ YEKÊ DERKEVE'    Serokê Şaxa Duyemîn a Egîtîm Senê Hasan Ali Kiliç jî anî ziman ku bi bacê gel tang û top stendine û êrîşî Efrinê dike û wiha got: “Em şerê li dijî Efrinê qebûl nakin. Şer sûcê mirovahiyê ye. Divê mirovahî li dijî vê yekê derkevin. Sedem çi dibe bila bibe divê her kes li dijî şer derkevin.