Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir 2021-02-22 15:52:40   WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya kampanya nan û kar de karsaz ziyaret kir.  Buldan di ziyaretê de got "Ji ber her tişt buha bûye, êdî gundî nikarin êmê sewalan bistînin. Ji ber vê yekê çandinî û sewalkarî tune dibe."    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, di çarçoveya kampanya "Hevdîtinên Nan û Kar de" li Wanê bi karsazan re hat vem hev.  Wekîlên HDP'ê û nûnerên gelek rêxistinên civakî jî tev li kampanyayê bûn. Bernameya ziyaretan dê 3 rojan li Wanê bidome. Di ziyareta karsazan de Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, bal kişand ser rewşa qeyrana aborî ya Tirkiyeyê û rewşa karsazan.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî anî ziman ku ew hatine li esnafên Wanê guhdar bikin û wiha got: "Me xwest di saetên serê sibê de li deriyê sînor daxuyaniyê bidin. Lê polîsan em asteng kirin. Sînorê derî ji bo gelê Wanê pir girîng e. Dema ev derî vekirî be rêjeya betaliyê pir kêm e. Lê dema ev derî tê girtin betalî zêdetir dibe. Ji ber deriyê sînor girtî ye, li Wanê zêdeyî 10 otel hatin girtin. Li vî welatî ji bo Kurdan hiqûqek cuda heye. Li vî welatî hiqûqa dijminantiyê heye."    'GUNDÎ NIKARIN ÊMÊ SEWALAN BIKIRIN'    Buldan, bal kişand ser bandora qedexeyê ya li ser rewşa sewkalkar û çotkaran û wiha lê zêde kir: "Ji ber buhayê êm zede bûye, êdî sewalkar nikarin êm bistînin. Ji ber polîtîkayên qedexeyan êdî çotkar nikarin çotkariyê bikin. Sewalkar nikarin sewalkariyê bikin. Em HDP ji bo li pirsgirêkên we guhdar bikin em hatin vir. Hûn bixwazin em jî bikin."    Karzana jî anîn ziman ku bi salan in bac û sîgortayê didin dewletê û xwest li hemberî bac û sîgortayê xizmet ji wan re bê kirin. Esnafên Wanê xwestin deriyê sînor bê vekirin û xwestin hikûmet erka xwe pêk bîne. Karsaz û esnafan pirsgirêkên xwe parve kirini û xwestin bên çareserkirin.