Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike 2021-02-22 15:39:20   WAN - Endamên Komeleya Jinan a Starê eşkere kir ku di demên dawî de 7 jin bi awayek guman li Wanê hatine jiyana xwe ji dest dane û got: “Bêceza hiştin kujeran wêrek dike.”    Komeleya Jinan a Starê ya li Wanê têkildarî mirinên jinan ên bi guman li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rêveber û endamên komeleyê beşdar bûn. Civaknas Aslihan Şedal daxuyanî da û bi bîr xist ku sala par 300 jin hatine kuştin û ji van 171 jin bi awayên guman mirî hatine dîtin.    'BILA PEYMAN WERE SEPANDIN’    Şedal anî ziman ku jin hemû bi tundiyê re rûbirû dimînin û ev tundî di heman demê de binpêkirina mafê mirovan e. Şedal destnîşan kir ku di serî de Peymana Stenbolê û yasayên pêşîlêgirtina tundiyê divê hemû werin sepandin û ji ber ev yasa nayên sepandin tundî zêdetir dibe û kujer û îstîsmarkar tên berdan. Şedal got ser mirinên bi guman tê niximandin ji bo kuştin, tacîz û destdirêjiya li ser jinan were bidawîkirin divê li tavilê Peymana Stenbolê were sepandin.    MIRINÊN JINAN ÊN BI GUMAN    Şedal bal kişand ser kuştinên jinan ên di sala 2020'an de qewimîn û di mehên dawî yên salê de li Wanê 7 jin û zarok bi awayên guman mirin e. Şedal da zanîn ku Dîlan Toptaş, Hayriye Ak, Neşe Altun, Hêlîn Aslan (14), Guler Keklîk hin ji van jinan e û heta ku mirina van jinan neyê tespîtkirin ji aliyê kî ve hatine kuştin, darizandina adilane neyê kirin, kujer û faîl neyên cezakirin û tevdîr neyên girtin wê rehenda tundiyê xwe biguherîne û bidome.    POLÎTÎKAYA BÊCEZA HIŞTINÊ    Şedal xwest li dijî vê rewşê polîtîkayên pêşîlêgirtinê werin hilberandin û ji ber ev yek pêk nayê jî ferasetek tundrew û dubendî dixe nava civakê serdest e û got: “Bi polîtîkayên bêceza hiştinê kujer tên wêrekkirin. Em li dijî tundiya dewletê, zayendperest, tundiya zilaman, tacîz, destdirêjî serî radikin. Em ê li dijî her cûre tundî û kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan têkoşîna xwe bidomînin.”