Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin 2021-02-22 15:38:45   STENBOL - Torên Piştevaniyê yên Zanîngehan bi dirûşmeya “Ji niha û şûnde em tev” li dijî qeyûmên tayînî zanîngehan hatin kirin kampanya dan destpêkirin û banga têkoşînê kirin.   Torên Piştevaniyê yên Zanîngehan, li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû ya Zanîngeha Bogazîçiyê bi dirûşmeya “ji niha û şunde em hemû” kampanya dan destpêkirin. Xwendekarên ku li eywana avahiya Odeya Tabîban a Stenbolê hatin ba hev û daxuyanî dan pankarta “Ji niha û şunde em tev, Melîh em ê te bişînin, hevalên xwe bigirin” daliqandin.   Li ser navê xwendekaran Lîzge Bîter daxuyanî da û diyar kir ku hemû rektorên li zanîngehan qeyûmin. Bîter, da zanîn ku heta hemû pêkhateyên zanîngehê bi riyên demokratîk nebin xwedî gotin ev rewş wê wiha bidome û wiha got: “Tayînkirina Bûlû ya weke qeyûm ji bo zanîngeh bên rizgarkirin çîrûskeke berxwedanê ye. Mesele ji tayînkirineke nerewa wêdetir e. Em hişmendiya ku qeyûman datîne ser şaredariyan û vîna gelê kurd tune dihesibîne, karkerên li ber xwe didin jop dike naxwazin."    Bîter, ji bo pêşerojeke azad ava bikin û daxwazên perwerdehiyeke zanistî bilind bikin banga têkoşîna hevpar kir.