Mirina Çagli û Geçit dê careke din bê lêkolînkirin 2018-01-23 10:20:35 ŞIRNEX – Dozgeriyê, îtiraza têkildarî lêpirsîna Harun Çagli yê 4 salî û Ayşenûr Geçit a 6 salî ya di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn hat kirin qebûl kir.  Li taxa Cudî ya navçeya Cizîra Şirnexê di 30'ê Adara 2016'an de zarokê 4 salî Harun Çagli û zaroka 6 salî Ayşenur Geçit di encama teqîna teqemeniya li erdê dîtibûn de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê di çarçoveye lêpirsê de Gerînendetiya Buroya Lêkolînê û Têkbirina Bombeyan a girêdayî Miduriyeta Polîsan a Cizîrê raporek amade kir. Di rapora gerînendetiyê de hat gotin ku dibe her du zarok ji ber sedema teqîna bombeavêjan jiyana xwe ji dest dabin. Ligel raporê jî Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê biryara “lêgerîna daîmî” dabû û lêkolîna dosyayê ji demê re hiştibû.    DOZGER ÎTIRAZ QEBÛL KIR    Malbatên zarokan ku biryarê qebûl nekirin bi riya parêzeran îtirazê li serdozgeriyê kirin. Dozgeriyê îtiraz nirxand û di encamê de ji bo lêpirsîna bûyerê biryar da. Hat payîn ku dê malbat careke din têkildarî bûyerê îfade bidin.  Xebatkarên şaredariyê yên wê wextê moloz rijandibûn cihê bûyerê û polîsên nobedariya wan dikirin dê ji bo lêpirsînê îfade bidin an nedin nehat zanîn.   MA / Gokhan Altay