Mexdûrê şer zarok in: Neçar in 10 saetan bixebitin 2018-01-23 09:26:27 MÊRSÎN – Ji ber şerê li Sûriyeyê bi dehhezaran zarok li gel malbatên xwe koçî bajarên Tirkiyeyê kirin. Omar Zer ê 12 salî yê ji Sûriyê ku di tekstîlê de dixebite got: “Serê sibê saet ji 08.00’an heta saet 18.00'ên êvarî dixebitim. Dema diçim malê pir diwestim. Piştî xwarinê dixwim radikevim.”  Li Sûriyê ji ber şerê diqewime bi milyonan welatî neçar man ji welatê xwe koç bikin û bikevin ser riyan. Bi deh hezaran penaberên Sûriyeyê li bajarên nêzî ser sînorê bi cih bûn.    Zarokên ji bajarên cuda yên Sûriyeyê ku hatin Mêrsînê, neçar in li gel temenê xwe yên biçûk bixebitin. Bi piraniya zarokên penaber karê berhevkirina karton û plastîkên kêrnehatî dikin. Zarok bi vî awayî ji bo debara malbata xwe dibin alîkar. Hin zarok jî li tekstîlan dixebitin û nanozikoyî dixebitin. Zarokên nasnameya wan nîne û pirsgirêkên wan aborî hene nikarin biçin dibistanê. Yek ji van zarokan jî Muhammed Hamidîn ê 10 salî yê ji Helebê ye. Hamidîn bi kîsê di destê xwe de kolan bi kolan digere û karton û plastîkan berhev dike.    'MIN JÎ DIXWEST BILEYÎZIM'   Hamidîn diyar kir ku ji ber aboriya malbata wî nebaş e kaxiz û plastîkên kêrnehatî kom dike û got: “Ez neçar im bixebitim. Li gel ez ji lîstikan hez dikim jî nikarim bileyîzim. Dema ez zarokên li kolanan dixebitin dibînim diçim cem wan û li wan temaşe dikim. Lê ji ber ku ez bi tirkî nizanim, em li hev nakin. Min jî dixwest wek wan bixebitim.”    'ŞER ZAROKAN DIKUJE’    Omar Zer ê 12 salî yê ji Sûriyeyê ku di tekstîlê de dixebite jî destnîşan kir ku 3 sal berê ji ber şer li gel malbatan xwe hatiye Mêrsînê û wiha got: “Serê sibê saet ji 08.00’an heta êvarê saet 18.00’an dixebitim. Dema diçim malê pir diwestim. Piştî xwarinê dixwim radikevim.” Zer da zanîn ku 4 sal berê ewil hatine Hatay û ji wir jî hatine Edeneyê û ji wir jî koçî Mêrsînê kirine û ev tişt got: “Şerkirin tiştek qet nexweş e. Ka lê binêrin me ji welatê me kirin. Li Sûriyeyê mal û wesayîta me hebû. Em hatin vir, lê li vir şert û mercên jiyanê gelek zor in. Ji ber vê yekê bila şer pêk neyê. Di şer de zarok jiyana xwe ji dest didin.”