Li konan dema mirov zarok be 2018-01-23 09:19:18 EDENE – Li Edeneyê zarok li gel malbatên xwe di nav şêrt û mercên zehmet ên jiyanî de dijîn. Zarok bi lîstikan jiyana xwe dixemilînin û li gorî dilê xwe kêf û şahî dikin.  Li gundê Karagoçer ê girêdayî navçeya Karataş a Edeneyê malbat di bin konên ji naylon, zil û textan ava kirine de dijîn. Li gel hewa sar welatî di bin konan de ji bo jiyana xwe bidomînin têdikoşin. Yên herî zêde ji vê jiyanê bandorê digirin jî zarok in.    Zarok bi tiştên ku zirarê digihê tenduristiya wan re rû bi rû dimînin. Zarokê ku hêviyên geşbûna jiyanê û rûkenî ji rûyê wan dibare, di nav konan de li gel hewa sar jî bê gore û bi şimikên di ling wan de dîleyîzin û li gorî dilê xwe kêf û şahiyê dikin.    ZAROK NEÇAR IN BIXEBITIN    Malbat serê sibê zû ji bo biçin nav zeviyan şiyar dibin û zarok jî bi wan re ji xewê radibin. Zarok zivistanê di nav herî û avê de û havînê jî di nav xwelî û tozê de mezin dibin. Gelek zarok jî jiyana wan li nav zeviyên çandiniyê derbas dikin. Hin zarokên temenê wan biçûk diçin dibistanê û hinek jî dikevin rê û berê xwe didin nav zeviyan. Zarokên diçin dibistanê jî piştî ji dibistanê tên li gel malbatên xwe diçin nav zeviyan û neçar in ji bo debarê bixebitin.