Kocaeliyan: Li dijî şer em hîn zêdetir dengê aştiyê bilind bikin 2018-01-23 09:18:38 KOCAELÎ - Kocaeliyan êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin û wiha gotin: “Li dijî şer em hîn zêdetir dengê aştiyê bilind bikin. Divê em vî şerê qirêj ê desthilatdariya AKP’ê ku dixwaze bi derewan bi gelên Tirkiyeyê bide qebûl kirin, derbixin holê.”  Nûnerên saziyên demokratîk û welatiyên Kocaeliyê operasyonên Artêşa Tirk ên li dijî Efrînê şermezar kirin, banga kirin ku divê dawî li van êrîşan bên. Hevberdevkê Şaxa KESK’ê yê Kocaeliyê Erdal Karakuş, diyar kir ku operasyana li Efrînê parçeyeke şerê 7 salan e ku li Rojhilata Navîn tê meşandin û wiha axivî: “Êdî tehemûla me ji mirina tu kesî re tune ye. Em dibînin ku polîtîkayên şer ên li ser konsepta ewlekariyê hatine  avakirin bi kêra tu tiştê nayên. Dewletên emperyalîst, bi şerê li Rojhilata Navîn dixwaze kokên xwe saxlem bikin. Divê li ser aştiya herêmê xebat bên meşandin. Em bang li hemî rêxistinên kedê dikin ku dengê xwe bilind bikin. Ji bo aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê  pêş bikeve werin em dengê xwe bilindtir bikin”    ‘DÊ JIN DEST JI AŞTIYÊ BERNEDIN’   Enama Piştevaniya Morê Cemîle Baklaci jî, diyar kir ku jin şer naxwazin û wiha axivî: “Dîktatoriya yekzilamî di her qadên jiyanê de veguheriye şerê erdnîgariyê. Hemû jin li dijî şerê li Efrînê ne. Dixwazin şerê li Sûriyeyê bibin Efrînê. Ji şerê li Efrînê re na. Bi vî şerî dixwazin tundiyê, tacîzê, xizantiyê û tecawizê zêdetir bikin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Em parazvanên mafê mirovan e. Em jin dê tu carî dest ji berxwedanê, aştiyê û têkoşînê bernedin. Em ê li dijî şer û koletiyê, azadiyê ava bikin.”   ‘DIVÊ EM BIBIN YEK’   Parêzer Kureyş Bîlgîç jî, anî ziman ku divê gelên Tirkiyeyê  li dijî van êrîşan li ber xwe bidin û wiha axivî: “Divê gel hîn zêdetir dengê xwe yê aştiyê berz bike. Ev şer ne tenê bandorê  li ser gelê herêmê dike, zirarê dide hemû gelên li Tirkiyeyê. Êdî polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê têk çûne. Şer bi her kesî dide windakirin. Divê em bibin yek. ”    ‘RAWESTANDINA ŞER DI DESTÊN ME DEYE’   Welatiya bi navê Damla Bagci, destnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê, ne tenê li dijî yekîneyên YPG û YPJ’ê ne, li dijî gelên sivîl e û wiha got: “Hemû kesên xwedî wijdan û demokratîk divê xwedî li gelê Efrînê derbikevin. Ji bo cûdabûn nekeve nava gelan divê têkoşîn bê dayîn. Dewlet dixwaze komkujiya li ser gelan kûrtir bike. Divê em ji bo vê bêjin êdî bese. Ev yek di destê me deye. Ez banga berxwedanê li gel dikim.”   'DUH JI BO KOBANÊ ÎRO JÎ JI BO EFRÎNÊ EM RABIN'   Ceylan Yildiz jî, got ku dewlet dixwaze polîtîkayên xwe yên şer di her qadê de, kûr bike û wiha axivî: “Her bombeya ku li Efrînê dikeve, li serê hemû kesên têkoşer dikeve. Li Cizîr, Sûr û Nisêbînê heman tişt kirin. Di bin navê şaxên zeytûnê de şereke qirêj didin meşandin.  Divê em li dijî desthilatdariya AKP’ê ku ji derveyî xwîn û rondikan tiştek din neanî, têkoşînê mezintir bikin. Hêza gelan a têkoşîn û  berxwedanê ya li dijî şer tim heye. Ji bo Kobanê çawa em bûn yek, divê ji bo Efrînê jî em bibin yek.”