Piştî êrîşa li dijî Efrînê gelê Reyhanliyê hewl dide koç bike 2018-01-23 09:16:59 HATAY – Li Reyhanliya ku piştî êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê gelek roket lê ketin, panîka welatiyan zêde bû. Gelê navçeyê difikire ku koç bike.   Ji 20'ê Çileyê ve Artêşa Tirk (TSK) êrîşî Efrînê dike. Piştî êrîşa li hemberî Efrînê destpê kir, nêzî 30 roket navçeya Reyhanli ya Hatayê û bajarê Kilîsê ketin. Di van êrîşan de welatiyekî sûriyeyî mir, 4 jê giran herî kêm 50 kes jî birîndar bûn. Şêniyên navçeya Reyhnaliyê ji ber vê rewşê diqilqil in û nerihet in.    ‘KES NERIHET E'    Ji ber roketan gelek mal, kargeh û wesayît xesar dîtin û ji ber vê gel nerihet e. Piştî roket li navenda Reyhanliyê ketin, li navçeyê bêdengiyek xwe da der. Piştî roketan anons hatin kirin ku her kes alayan bi mala xwe ve daliqîne û ji welatiyan hat xwestin ku kes ji malê dernekeve. Bi vî awayî tê xwestin ku bê nîşandan gel desteka êrîşên li dijî Efrînê dike, lê belê bi her awayî gel nerihet e. Piştî roket li navçeyê ketin em bi hin welatiyên ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan bên eşkerekirin re axivîn. Welatiyekî got ku "tiştekî zaf xerab e, mirov birîndar bûn" û heta niha ji wî aliyê sînor êrîş nehatine kirin û ew nizanin ev roket ji kuderê hatine.    ‘GEL DIFIKIRE KU KOÇ BIKE'    Her wiha welatiyekî din jî got ku şêniyên navçeyê qet nerihet in û ew nizanin dê çi bikin. Welatî bi lêv kir ku gelê Reyhanliyê difikire ku koçber bibe û wiha axivî: "Niha li navçeyê bêdengiyek heye, lê her kes li ser koçberiyê difikire. Rewş qet nebaş e. Kesên derfetên wî hebin wê biçe. Her wiha wesayîtên bi alayan hatine nixumandin tim li navçeyê bi konvoy digerin." Yek ji welatiyên ku li navenda Hatayê dijî jî wiha got: "An ji aliyê Tirkiyeyê an jî çeteyan ve roket hatine avêtin. Dema tu mesafeya navbera navenda bajêr û wî aliyê sînor difikirî, qet ne tiştekî bi mantiq e." Welatî dengê ku tê îdaikirin ê Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan e ku di sala 2014'an de li youtubeyê hatiye barkirin û dibêje "Heke bivê ez ê çar zilaman bişînim Sûriyeyê. Bi wan 8 fuzeyan bavêjim Tirkiyeyê û vê yekê bikim hinceta şer" bi bîr xist û got çi malûm e ku wan neavêtibe.    Her wiha Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî wiha gotibû: "Bi tu awayî hêzên me herêm û qadên derî sînorê Efrînê hedef negirtine." Berî êrîş dest pê bikin me li taxeke ku herî zêde penaberên Sûriyeyî lê dijîn bi welatiyekî re axivîbû û wiha gotibû: "Wê li vir herî zêde bandor li gel bibe. Li gelê vir nafikirin û tev digerin. Wê her kes ji bo canê xwe xelas bike, koç bike."