Parlementerên HDP'ê yê Şirnexê: Wê li Efrînê berxwedêr bi ser bikevin 2018-01-23 09:16:17 ŞIRNEX – Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk êrîşên li dijî Efrînê nirxandin û wiha gotin: "Wê navê tunekirina AKP'ê bibe Efrîn. Wê AKP têk biçe û wê li Efrînê kesên li ber xwe didin bi ser bikevin."  Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk bertek nîşanî êrîşên Artêşa Tirk û komên OSO'yê yên li hemberî Efrînê dan. Parlementeran got ku hêzên dijminê hev, li hemberî kurdan bi hev du re êrîş dikin û divê gel li hemberî van êrîşan deng derxîne.    Îrmez destnîşan kir ku armanca komên OSO yên êrîşî Efrînê dikin ne Sûriyeyeke azad û demokratîk e û ya ku tê kirin "tevgereke dagirkeriyê" ye. Îrmez anî ziman ku hêzên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe, li hemberî van êrîşên li dijî kurdan xwe li bêdengiyê datînin û ev tişt gotin: "Di bin van êrîşan de rûxandina rêveberiya Esed û li wir avakirina welatekî bi feraseta AKP û DAIŞ'ê heye." Îrmez anî ziman ku dema mesele dibe kurd, hêzên dijminên hev jî bi hev re tev digerin û balê kişand ser sivîlên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Îrmez diyar kir ku çapemeniya hewzê tim dibêje li hemberî sivîlan êrîş tune ne û bi vî awayî hewl dide sûcên AKP'ê binixumîne.    Îrmez destnîşan kir ku têkildarî mijarê peywireke mezin dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) û divê li hemberî vê êrîşa li dijî sûcên dermirovî yên li Efrînê pêk tên rawestiin û her kesê xwe wek demokrat, rewşenbîr, siyasetvan diwesifînin li hemberî van êrîşan bisekinin.    ‘WÊ AKP NIKARIBE BI RIHETÎ VEGERE'    Parlementer Bîrlîk jî destnîşan kir ku bi van êrîşan re jiyana ji nû hatiye sazkirin hedef tê girtin û wiha domand: "Di hedefa êrîşan de, jiyana hevpar a hemû gelan heye. Li dijî ferasetên emperyalîst ên wehşî paradîgmayeke nû heye û ev hedef tê girtin. Êrîş li hemberî awayê rêveberiya demokratîk a bi pêşengiya jinan hatiye avakirin pêk tên." Bîrlîk diyar kir ku AKP dijminahiya kurdan dike û wiha axivî: "Ji ber polîtîkayên şerî yên AKP'ê, gel bedêla krîza aborî ya xwe dide der dide. Wê AKP têk biçe û wê li Efrînê yên gelên li ber xwe didin bi ser bikevin. Wê navê tunekirina AKP'ê bibe Efrîn. Wê AKP nikaribe wisa bi rihetî vegere."    ‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ BERXWEDÊRAN'    Bîrlîk got ku li hemberî êrîşên li Efrînê tên kirin divê gotineke gelên Rojhilata Navîn hebe û wiha bang kir: "Wê bi vê qajqajokiya şerî Tirkiye û gelên Rojhilata Navîn nikaribin bimeşin. Divê her kes destekê bide vê berxwedanê. Bi taybetî jî divê kurdên li her çar perçeyan û cîhanê li ber xwe bidin, rê li ber mirina sivîlan bigirin û bibin dengê berxwedêran."