Gundiyên li sînor dijîn nerihet in 2018-01-23 09:14:18 HATAY - Gundiyekî ku li gundekî li sînorê Hatayê dijî û xizmên wî li wî aliyê sînor in, diyar kir ku ev êrîş gumanên wan zêde dikin û wiha got: "Telefon ji dest min nakeve. Ez li bendê me ku telefonek ji wan bê."  Êrîşên li hemberî Efrînê ji 20'ê Çileyê ve didomin. Her wiha gundiyên li sînor jî ji ber vê rewşê diqliqilin û her diçe şik û gumanên wan zêde dibin. Li Reyhanli, Kirikhan û Hassayê bi awayekî zêde top tên avêtin û ji ber vê yekê gundî û nerihet in.    ‘SEWQIYAT DIDOMIN'    Walîtiyê li hemû malên li gundên sînor ên girêdayî Reyhanli, Kirikhan û Hassayê alayên tirk belav kirin. Her wiha li van gundan ewlehî di asta jor de ye. Ji bilî gundiyan kes nikare biçe wan herêman û sewqiyata TSK'ê ya ber bi gundên li sînor jî didome. Her wiha li navenda Reyhanli, Kirikhan û Hassayê jî ewlehiyeke zêde heye û hema bêje li ser her kuçeyê polîs hene û dema dibe danê êvarî kontrolên polîsan zêde dibin.    ‘ZAROKÊN ME NIKARIN RAKEVIN'    Li gundên li ser sînor jî, gundê hem ketine etra xwe hem jî etra xizmên xwe yên li Efrînê. Ev şer herî zêde bandorê li zarokan dike. Gundiyan bi lêv kir ku zarok ji tirsan newêrin derkevin derve. Gundiyan ev tişt got: "Zarokên me yên biçûk ji ber dengê top û tangan ditrisin û baz didin malê. Carinan bi şev ji ber dengê topan nikarin rakevin." Gundiyan got ku li ser sînor carinan pevçûn jî diqewimin û li gundên ku TSK bi topan êrîşî wan dike xizmên wan jî hene û ew ev rewş endîşeyên wan zêde dikin."    Gundiyekî ku li gundekî Kirikhanê yê li ser sînor dijî û ji ber ewlehiyê navê xwe neda diyar kir ku li wî aliyê sînor, li gundê Omera xizmên wan hene. Gundî got ku rewşa wan ew nerihet dike û wiha domand: "Berê çeteyan êrîş kiribû. Me digot tam rewş baş bûye, lê dîsa jî şer dest pê kir. Dê û bavên min, xwişk û briayên min li wir in. Dema her topek tê avêtin ez dibêm qey tiştek bi wan hatiye. Tirsek xwe li min radipêçe. Ji ber di dema bombeyan de şebekeya wan zirar dîtiye, ez tim nikarim bi wan re hevdîtinê çê bikim." Gundî got ku her top tên avêtin ew radihêle telefonê û wiha got: "Demildest li wan digerim. Dema xwe nagihînim wan ditirsim. Li vir dest û piyên me girêdayî ne. Şik û gumanên me hene. Lê belê telefon ji dest min nakeve. Ez li bendê me ku telefonek ji wan bê."