Rojnameger Seda Taşkin binçav kirin 2018-01-23 08:38:42 ENQERE - Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya Seda Taşkin li mala xwe ya Enqereyê hat binçavkirin.  Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya Seda Taşkin ku dozger der barê wê de daxwaza girtinê kir, li mala xwe ya Enqereyê hat binçavkirin. Di 20'ê Kanûna 2017’an de bi îdîaya "Der barê wê de îxbar heye" hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan li Mûşê di bin çavan de ma serbest hatibû berdan. Piştî hat berdan dozger berdana Taşkin îtîraz kir û li ser îtîraza dozger Seda Taşkin li mala xwe ya Enqere hat binçavkirin.