Li Enqereyê rojnamevan, hunermend û siyasetvan hatin binçavkirin 2018-01-22 23:21:00 ENQERE –  Li Enqereyê bi hinceta li ser medyaya civakî bertek nîşani êrîşa li hemberî Efrînê dan hunermend, siyasetvan û rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Enqereyê, ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên der barê bombebarana Efrînê de, polîsan dane êvarî avêt ser gelek malan. Hunermend, siyasetvan, rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, polîsan bi awayekî hevwext avêtiye ser mala gelek rêveberên HDP’î. Piştî lêgerîna li malan endamê PM’ê yê HDP’ê Kemal Bulbul, Rêveberê HDP’a Enqereyê Osman Konûkçû hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan avêtiye ser mala rêvebera HDP’a Enqereyê Asli Bayramoglû û xwişka wê rêvebera HDP’a Çankayayê Zeyno Bayramoglû jî, lê belê di dema avêtina ser malê û lêgerîna li malê de herdu ne li mal bûne. Polîsan avêt ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Hayri Dûrmûş, nûçegîhana Arti TV’yê Sîbel Hurtaş û derhêner Fatîn Kanat jî û di avêtina ser malê de Demîr, Hurtaş û Kanat hatin binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku Rêvebera ÎHD’a Enqereyê û endama Komîsyona Girtîgehan Nûray Çevîrmen jî hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirina zêde bibe.