Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin 2018-01-22 20:35:49 AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Amedê li ber mala xwe hat binçavkirin. Guvenê ji bo îfadeyê birin emniyetê.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li Amedê li ber mala xwe hat binçavkirin. Piştî venêrîna tenduristiyê Guvenê ji bo îfadeyê birin emniyetê. Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta daxuyaniyên bi riya telefonê li Stêrk TV'yê dane de Guven hatiye binçavkirin.    Duh ji ber daxuyaniyên wê yên der barê Efrînê de, lêpirsîn li Guvenê hatibû vekirin.