Cenazeyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin bi girseyî veşartin 2018-01-22 17:45:51 EFRÎN - 14 sivîl û 2 YPG'iyên di êrîşa balafirên şer ên TSK'ê de hatin kuştin li Efrînê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. 14 sivîl û 2 YPG'iyên di êrîşên balafirên şer ên TSK'ê de hatin kuştin, li Efrînê bi merasîmekê hatin veşartin. Di  êrîşên  bombebaranên du rojan ên li ser Efrînê de 14 sivîl û 2 YPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Li Efrînê, bi hezaran kes serê sibê li ber nexweşxaneya Avrînê li hev kom bûn, cenaze ji nexweşxaneyê girtin û bi dirûşmên "Tolhildan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" meşiyan. Piştî girseya gel gihîşt qada merasîmê, Hevserokê Kantona Efrînê Mûstafa Hesen û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm axivîn. Mûstafa Hesen nerazîbûn nîşanî hikûmeta Tirkiye da û wiha got: "Bila Erdogan were li van zarokên kuştiye binere. Heta dilopa dawî ya xwîna me hebe em ê axa xwe neterikîn in."   Endama Rêveberiya Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm jî, Erdogan û Rûsyayê şermezar kir û  wiha axivî: "Dek û dolabên we wê nikaribin me ji vê dozê vegerîn in. Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin. Em lenetê li Rûsyayê tînin. Ji ber ku zarokên me DAIŞ qedandin, gelo hûn ji ber vê bûn dijminê me?"   Piştî merasîmê cenaze li Şehîdgehên Efrîn û Şehbayê hatin veşartin.