7 siyasetmedar tehliye bûn 2018-01-22 17:12:11 ŞIRNEX - Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasun û Hevşaredarê bajaroka Sirtkoyê Nurî Akman jî di nav de, 7 siyasetmedarên kurd piştî 17 mehan di girtîgehê de man tehliye bûn. Hevşaredara Hezexa Şirnexê ya ku qeyûm tayînî cihê wê kirin Nevîn Gîrasun, Hevşaredarê Deşta Darê Nurî Akman, endamên meclisa şaredariyê jî di nav de, 7 kesên ji wan girtî 16 kesên bi îdiaya "Endamên rêxistinê" ne dihatin darizandin, doza wan hat dîtin. 7 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Siyasetmedarên kurd ên hatin tehliyekirin navên wan wiha ne: Hamît Karagol, Medîne Fîdan, Mehmet Yusuf, Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman Gîrasun, Hevşaredarê Sirtkoyê Nurî Akman, Sîlhattîn Acar û Vasfî Avşîn.