Dadgeha Amedê biryara girtina Parlamenterê HDP’ê Yildirim da 2018-01-22 16:53:46 AMED - 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Nadîr Yildirim de, biryara girtinê da.  2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim de ji bo girtinê biryara binçavkirinê da.  Der barê Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim û 7 parlamenterên din de doz hatibû vekirin û di şertên asayî de divê di 6'ê Sibatê de doza wan bê dîtin. Piştî biryara danişîna doza wan anîn îro, doz îro li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Parlamenterê HDP'ê Nadîr Yildirim  tev li danişîna dozê nebû. Parêzerên Yildirim li salonê amade bûn. Dozger der barê dozê de mutalaa aşkere kir. Dozger parast ku li gorî hêjmara 694'an a KHK'ê dema girtina sucdarên rêxistinê ji 5 salan derxistine 7 salan û xwest Yildirim bê girtin û girtî bê darizandin.    Piştî daxwaza dozger û parastina parêzeran heyeta dadgehê bi yek dengî der barê parlamenterê HDP’ê Yildirim de biryara girtinê da.  Parlamenterê HDP’ê Yildirim beriya bê hilbijartin ji doza sereke ya KCK'ê hatibû girtin û 5 salan girtî mabû.