Li ser nerazîbûnan Asayîşa PDK'ê çalakvan berdan 2018-01-22 16:42:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Asayişa PDK’ê li bajarê Dihokê êrîşî çalakiya piştgiriyê ya ji bo Efrînê kir û 8 endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê binçav kir. Li ser bertekan çalakvan serbest berdan.   Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) 3 roje ji bejahî û hewayî ve êrîşê Efrînê dike, gelê Efrînê li dijî êrîşan di berxwedanê de ye. Gelê Başûrê Kurdistanê xwest îro di pêşengiya Tevgera Azadî û rêxsitinên Civaka Sivîl yên Dihokê de çalakiyeke piştgirî ji bo berxwedana Efrînê li dar bixin. Di saet 15:30'an de girseyeke zêde li Parka Azadî ya Dihokê kom bûn. Lê polîs û hêzên taybet yên PDK'ê sewqê cihê çalakiyê hatin kirin û bi hinceta ku destûr nehatiye dayîn êrîşî çalakvanan kirin û ne hiştîn daxuyanî bê dayîn. Di encama êrîşî de 8 endamên Tevgera Azadiyê hatin binçavkirin. Lê li ser nerazîbûna gel û xwedîderketinê çalakvan serbest berdan.    Welatiyên ku di dema êrîşa Asayîa PDK'ê de dîmen kişandin, polîsên PDK'ê dîsa êrîşê welatiyan kir û dest danî ser telefonên welatiyan û nehiştin qeydê bikin.?   Welatiyan bi dirûşman bertek nîşani asayîşa PDK'ê dan.